Fetwayen Kurdi
Ma şert e ku di birîna nîkahê de welî jî hazir be?

Ma şert e ku di birîna nîkahê de welî jî hazir be?

Pirs: Min nivîsa we ya di derbarê di nîkahê de welî xwend. Lê belê min tam fêhm nekir ka cihê welî di nîkahê de çi ye. Ango biqasî ez fêhm dikim mebest ji gotina “nîkah bêyî welî nabe”, ku haya malbata keçikê jê tune be… An divê ew jî birîna nîkahê bibînin an jî piştî ku seyda ji bûk û zava pirsî divê ku ji malbata keçikê jî bipirse ka “riza we heye?” Yan jî bi tenê ku xebera wan jê hebe û riza xwe nîşan bidin têr dike? Yanî ma şert e ku di dema birîna nîkahê de ew jî li wir bin û ma lazim e ku seyda ji wan jî bipirse?

Bersiv: Welî, nîkaha ku dê were birîn kontrol dike. Ev, malbata keçikê ye. Ango malbat, dê li kesê ku bûye talibê keça wan bipirse û di encama vê lêpirsînê de biryara dayin an jî nedayinê bide. Piştî vê qonaxê, divê ku nîkah ji aliyê huqûqî ve were qedykirin ku di roja me de bi rêya mara fermî tê kirin.

Ne lazim e ku di gava birîna nîkahê de pirs ji malbatê were kirin. Ên ku ji bo marê dê bibêjin “erê” an jî “na”, bûk û zava ne.

Ji bo agahiyên berfirehtir ji kerema xwe re serî li lînka jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/nikah-sozlesmesinde-veli.html