Fetwayen Kurdi
Ma tedawiya bi rêya hiperbarikê rojiyê dişkîne?

Ma tedawiya bi rêya hiperbarikê rojiyê dişkîne?

Pirs: Ma tedawiya bi rêya dayina oksîjena hiperbarik rojiyê xera dike?

Bersiv: Li gorî agahiyên ku di navnîşana jêr de diborin tedawiya bi rêya hiperbarikê rojiyê betal nake. Lewra tedawiya bi rêya oksîjena hiperbarikê ya ku dermankirina bijîşkî tê jimartin, ne wekî tiştên şil/rohn an jî hişk ên ku di gewriya mirov de derbas dibin. Ji ber vê yekê tê fêhmê ku tedawiya bi vê rêyê rojiyê xera nake.

http://hipermer.com.tr/tr/hiperbarik-oksijen-tedavisi/

Têbinî: Tedawiya Oksîjena Hiperbarik, ji azîneyeke bijîşkî ya ku di odeyeke ji her aliyî ve fişarî ye ji bêhnê carekê ji % 100 oksîjenê bidin nexweş re tê gotin.