Fetwayen Kurdi
Ma têgihiştina Xwedê bi awayekî tam, guncav e?

Ma têgihiştina Xwedê bi awayekî tam, guncav e?

Pirs: Seyda, ez mamosteyê çanda dînî me. Xwendekarên min, pirsa ka Xwedê Teala ji çi çêbûye dikin. Ez dibersivînim; lê cewabên hîn xweştir ji we daxwaz dikim. Ma di vî warî de berhemek we heye? An jî hûn tewsiya xwendina kîjan pirtûkê li min dikin?

Bersiv: Mexlûq, nikarin di afirîner de tam têbigihîjin. Teknolojiya compîterê çiqas pêş de biçe jî dîsa jî nikare di heqê hilberînerê xwe de bibe xwedî fikir. Eger bernameyek ji ya ku hilberîner lê siwar kiriye, were barkirin, dê compîter bisekine û nexebite. Em jî encax bi qasî ku ji me re hatiye dayin, dikarin bizanibin. Ji vê bonê Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

Xweda! … Ji Wî pê ve tu îlah tun in. Her sax e, hebûna Wî bi Wî ye. Ne xew Wî digire ne jî hênijîn. Tiştên li erd û asîmanan, her ên Wî ne. Ji bilî yê ku Wî destûr dabe ew kî ye li cem Wî mehderiyê bike? Bi tiştê ku mirov dikin û tiştê ku kirine jî dizane. Ji ya ku Wî xwestiye pê ve, kes bi tiştekî ji zanîna Wî nizane. Kursiyê wî erd û esman di xwe de vehewandine. Parastina wan pê giran nayê. Yê raser ê mezin her Ew e.”[1]

 “Çav tênagihîjin, lê Ew bi xwe çavan dibîne. Yê hûrbîn û kûrbîn û bi her tiştî agahdar her Ew e.”[2]

 “Yê pêşîn û yê paşîn jî Ew e. Yê diyar û yê nepen jî Ew e. Ew, bi her tiştî dizane.[3]

Ji bo ravekirina mijarên wiha bo zarokan, hûn dikarin ji berhema Mehmet Emin Ay ya bi navê “Çocuklarımıza Allah’ı Nasıl Anlatalım”, sûd wergirin.



[1] Beqere, 2/255.

[2] En‘am, 6/103.

[3] Hedîd, 57/3.