Fetwayen Kurdi
Ma tu îbadeteke u xasî bi meha Seferê be heye?

Ma tu îbadeteke u xasî bi meha Seferê be heye?

Pirs: Ma tu nimêj an jî îbadeteke ku xasî bi meha Seferê yan jî ku xasî bi mehên din ve be, heye? Li aliyê din tê gotin ku “Sefer, meha bobelatan e.” Min li çend deveran mêze kir, min di înternetê de bersivên li dijî hev dîtin. Hişê me tevlihev bû, divê em çi bikin, hûn dikarin me agahdar bikin?

Bersiv: Hedîsên di derbarê pêdiviya kirina nimêjê de di hin roj û şevan de, hedîsên mewdû‘ in. Ango derew in. Wekî mînak hedîsên di derheqê pêdiviya kirina nimêjê di roj û şeva Yekşemê, Duşemê û di roj û şevên hefteyê yên din de (nimêjên ku xasî bi van rojan bin) ji van hedîsan e.

Riwayetên di derbarê nimêj, dirûd û hwd. ji îbadetan yên ku xasî bi meha Seferê ne, tu esl û binyadeke ji wan re tuneye. (M. Kamil Yaşaroğlu, “Safer”, Diyanet İslam Ansiklopedisi, c. 35, rp. 451.)

Hûn pênc wext nimêja xwe bikin. Digel vê heke hûn bikaribin rabin, nimêja şevê ango nimêja teheccudê jî bikin. Ji bilî vê guhê xwe nedin gotin û agahiyên bi vî rengî “Di filan roj an jî şevê de divê ewqas rek‘et nimêj were kirin.”

Heke hûn delîlê ji kesên ku dibêjin “di vê mehê de lazim e wiha îbadet were kirin” bipirsin, dê hişê we tevlihev nebe. Lewra îbadet bi tenê û sirf bi nessê ango bi ayet û hedîsê tê peyitandin.

Tu jêder û esl ji baweriya ku meha Seferê bêqidoşiyê tîne re tuneye. Tu cudahiya meha Seferê ji mehên din tuneye. Bersiveke me ya li ser vê meseleyê hûn dikarin ji navnîşana jêr bixwînin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1600