Fetwayen Kurdi
Ma vereşîn rojiyê dişkîne?

Ma vereşîn rojiyê dişkîne?

Pirs: Gelo vereşîna biqasî ku devê mirov tije bike rojiyê dişkîne?

Bersiv: Vereşîn rojiyê naşkîne. Lewra tiştên ku rojiyê dişkînin; xwarin, vexwarin, têkiliya cinsî û tiştên ku dikevin bin van in. Buxarî ragihandiye ku  ‘Ebdullahê kurê ‘Ebbas û ‘Ikrîme bi gotine xwe ya “rojî, xweparastina ji tiştên dikevin laş, ne ji yên ku ji laş derdikevin” vegotine ku vereşîn rojiyê naşkîne. (Bnr: Buxarî, Sewm, 32)

Di berhemên fiqhê de hatiye diyarkirin ku vereşîna biqestî rojiyê dişkîne, lê belê vereşîna bêhemdî naşkîne. Li ser vê yekê jî vê hedîsa li jêr dikin delîl:

Ebû Hureyre (x.j.q) gotiye ku Resûlullah (s.a.w) wiha ferman kiriye:

Kesê bi rojî bêhemdî vereşê qeza nake. (Lê belê) heke bi daxwaza xwe vereşê, bila rojiya xwe qeza bike.” (Ebû Dawûd, Siyam, 33; Tirmizî, Sewm, 25; Îbn Mace, Siyam, 15)

Şîroveya Îmam Tirmizî ya di der barê vê hedîsê de wiha ye:

“Hedîsa Ebû Hureyre, hesen xerîb e. Em vê hedîsê ji Hişamê kurê Sîrîn, riwayeta ji Ebû Hureyre bi tenê bi riwayeta bi rêya İsayê kurê Yûnus dizanin.

Muhemmed (Îmam Buxarî) dibêje ku: Ev hedîs ji Hureyre bi awayên ji hev cuda hatiye ragihandin û sedena wê ne pir saxlem e. Ji Ebû Derda, Sewban, Fedaleyê kurê ‘Ubeyd jî hatiye ragihandin ku Qasidê Xwedê bi vereşînê rojiya xwe şikandiye. Wateya vê wiha ye: Resûlullah (s.a.w) rojiya nafîle digirt, vereşiya ji ber ku lawaz û bêhêz ket nikaribû rojiya xwe temam bike. Hin hedîsên di vê mijarê de wiha hatine şîrovekirin.”

Dema mirov li ayetên di der barê rojiyê de dinihêre diyar dibe ku vereşîn –çi biqasî ku devê mirov tije bike çi jî hindik be– rojiyê naşkîne.