Fetwayen Kurdi
Ma Xwedê Teala jirêderketina însanan dixwaze?

Ma Xwedê Teala jirêderketina însanan dixwaze?

Pirs: Min do li ser înternetê li axaftineke birêz Abdulazîz Bayındır guhdêra. Di derbarê nakokiyên di wergerên Qur’ana Pîroz de du mînak anîn. Diyar kir ku wergera ayeta 26’an ji sûreyê Nîsa, li dijî wergera ayeta 4’an ji sûreyê Îbrahîm e. Sedemê nakokiyê jî wiha rave kir: Di zimanê Erebî bêjeya “şey/şae” ne di wateya “îrad”ê de ye û ji loma şaş hatine wergerandin. Lê belê di vê rewşê de em ê ayeta 34’an ji sûreyê Hûd, çawa şîrove bikin? Mîna ku dê dîtin “Eger ez bivêm li we şîret bikim jî şîreta min wê tu feydê nede we eger ku Xwedê jirêketina we vîyabe…” di vê ayetê de jî bêjeya îradê derbas dibe. Ma ev ayet jî bi ayeta 26’an ji sûreyê Nîsa re tu nakokiyê pêk nayine?

Bersiv: Ayeta 34’an ji sûreyê Hûd, ji aliyê me ve wiha hatiye wergerandin:

وَلاَ يَنفَعُكُمْ نُصْحِي إِنْ أَرَدتُّ أَنْ أَنصَحَ لَكُمْ إِن كَانَ اللّهُ يُرِيدُ أَن يُغْوِيَكُمْ هُوَ رَبُّكُمْ وَإِلَيْهِ تُرْجَعُونَ

Ji bo başiya we çiqas hewl bidim jî ger Xwedê jirêketina we pesend kiribe, ev hewldana min tu feydeyê nade we. Ew Perwerdegarê we ye. Hûn ê lê bêne vegerandin.”

Lêkera “îrad”ê ya ku di vir de dibore, dikeve bin beşa îrada tekwîniye/îrada di heqê afirandinê de ya ku behsa wê di ayeta dawî ji sûreyê Yasîn hatiye kirin. Di wê ayetê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

إِنَّمَا أَمْرُهُ إِذَا أَرَادَ شَيْئًا أَنْ يَقُولَ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ

Dema ew tiştekî bixwaze, tenê jê re dibêje “bibe”; vêca ew jî çêdibe.”

Li gorî vê, îrade du qisim in; ya yekem “xwestin”, ya duyem jî “biryardarî” ye.

Ev ayeta li jêr, îrada Xwedê ya bi wateya “xwestinê”, nîşan dide.

وَاللَّهُ يُرِيدُ أَنْ يَتُوبَ عَلَيْكُمْ وَيُرِيدُ الَّذِينَ يَتَّبِعُونَ الشَّهَوَاتِ أَنْ تَمِيلُوا مَيْلًا عَظِيمًا

Xwedê dixwaze tobeya we bipejirîne û ew ên ku didin pey hewesên xwe jî dixwazin hûn bikevin rêşaşiyeke mezin.”[1]

Îrada Xwedê, ya bi mena xwestinê dibe ku neyê cî. Lê belê îrada Wî ya bi wateya biryarê, teqez tê cî. Xwedê Teala wiha ferman dike:

إِنَّ رَبَّكَ فَعَّالٌ لِمَا يُرِيدُ

Bêguman Perwerdegarê te, tiştê ku îrade bike, dike.”[2]

http://www.fetva.net/yazili-fetvalar/kuranda-gecen-sae-ve-erade-filleri-istemek-manasina-mi-gelir.html

Lêkera îradê ya di ayeta 34’an ji sûreyê Hûd, biryara Xwedê nîşan dide. Ji lewra me di wergerê wê de îfadeya “ger Xwedê jirêketina we pesend kiribe” bikar anî. Pesendkirina Xwedê Teala bo jirêderketina bende, dawiya qonaxeke dûr, destpêka rêyeke ku êdî vegera wê tune ye; gava ku êdî tobe feydeyê nade. Xwedê Teala, derfet û îmkanên bêdawî dide bende. Ji bo bende rêya rast û rêyên din tên nîşandan. Lê belê bende, ger îsrar bike ku nekeve rêya rast û ev helwest êdî xwezaya wî xera bike, bende êdî rêya xwe hilbijartiye. Gava Xwedê Teala vê jirêderketinê bipejirîne –jixwe bende bi xwe ev hilbijartiye– êdî tu tiştekî ku bende bike, namîne. Rewşa wî kesî, mîna rewşa nexweşê ku digel temamê hişyariyan, bizanîn bi salan cixare kişandibe û ji bo mayina li jiyanê tu tiştekî ku bê kirin nemabe.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê îrade û meşîetê de ji kerema xwe re nivîsa me ya di navnîşana jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kuranda-irade-sey-ve-fitrat.html



[1] Nîsa, 4/27.

[2] Hûd, 11/107.