Fetwayen Kurdi
Ma Xwedê Teala, şêwirmendên şelaf museletî ser rêvebirên ku ji wan hez nake, dike?

Ma Xwedê Teala, şêwirmendên şelaf museletî ser rêvebirên ku ji wan hez nake, dike?

Pirs: Ev peyva belavbûyî “Xwedê Teala, şêwirmendên rastbêj dike nesîbê rêvebirên ku ji wan hez dike, yên ji wan hez nake jî hinên şelaf û qeşmer dike para wan.” ya ku ji aliyê gelek însanan ve wekî hedîsê tê zanîn, ma hedîs e? Hûn dikarin di vê mijarê de me agahdar bikin?

Bersiv: Di çavkaniyan de riwayeteke ku di mena ya we li jor behs kiriye, bi vê awayî dibore:

إِذَا أَرَادَ اللَّهُ بِالأَمِيرِ خَيْرًا جَعَلَ لَهُ وَزِيرَ صِدْقٍ إِنْ نَسِىَ ذَكَّرَهُ وَإِنْ ذَكَرَ أَعَانَهُ وَإِذَا أَرَادَ اللَّهُ بِهِ غَيْرَ ذَلِكَ جَعَلَ لَهُ وَزِيرَ سُوءٍ إِنْ نَسِىَ لَمْ يُذَكِّرْهُ وَإِنْ ذَكَرَ لَمْ يُعِنْهُ

Diya me Eyşe (x.j.q) radihandiye ku Pêxember (s.a.w) wiha gotiye:

Gava Xwedê bo serok/rêvebirekî, xêrê bixwaze, alîkarekî rastbêj (diaxive û karê rast dike) didiyê. Eger ew (karekî pêwîst) jibîr bike (alîkar, karê hatiye jibîrkirin) dixe bîra wî. Ger were bîra serok (alîkar, di bara pêkanîna wî karî de) dibe alîkarê serok.

Eger Xwedê, tiştekî din di heqê wî de xwestibe, alîkarekî nebaş (cir nexweş) dike para wî. Ger (karekî divê bê kirin) jibîr bike, (wezîr vî karî) naxe bîra wî. Eger (ev kar ji ber xwe de) were bîra wî (wê gavê ev alîkar di kirina wî îşî de) nabe alîkar pê re.[1]



[1] Ebû Dawûd, Xerac, 4; Nesaî, Bey‘et, 33; Ehmed kurê Henbel, Musned, 6/70.