Fetwayen Kurdi
Ma yên murted divê ku bên kuştin?

Ma yên murted divê ku bên kuştin?

Pirs: Di dînê me de kesên murted ango yên ku ji dîn derketine, tên kuştin an na?

Bersiv: Di kuştina kesên ku ji dîn derketine, ên ku çêra dikin Pêxember (s.a.w) an jî heqaretê lê dikin, di nav mezheban de yekîtî heye.[1] Ji bo yên dev ji dînê xwe berdane û bûne ji merteddan wiha hatiye ferman kirin:

Gelî bawermendan! Ji we kî ji dînê xwe vegere (bila bizane ku) Xwedê, dê (di şûna wan de) civateke ku ji wan hez dike û ew jî ji Wî hez dikin, bîne.  Li ber bawermendan stûxwar in û li ser kafiran de jî xurt û serbilind in. Di riya Xwedê de cîhadê dikin û ji gazindên gazindkeran jî natirsin. Ev pirdayîna Xwedê ye, kî bivê, Ew dide wî. Xwedê destfireh e, zana ye.”[2]

Li gorî ku Muqatil kurê Suleyman (wefat. 150/767) radigihîne, 12 kesên musulman bûn kafir, bi fikr û ramanan ji Medineyê dertên, didin rêya Mekkeyê û dikevin nav muşrikên Mekkeyê. Piştre ji wan Haris kurê Suweyd poşman dibe, vedigere û ji birayê xwe Culas re peyameyekê dişîne û dibêje: “Min tobe kiriye û ez vegeriyame, ka ji Pêxember hîn bike, ma mafê min î tobekirinê heye an jî ez herim Şamê. Culas, Pêxember (s.a.w) ji bûyerê agahdar dike, encax tu bersivê nagire. [3] Piştre ev ayetên han daketin:

Ma wê Xwedê çawa civateke ku piştî bawerî anîn û şahdeyî dan ku ew qasid heq e û delîlên aşkere ji wan re hatin, dîsa kafir bibin, bîne ser riya rast?! Bêguman Xwedê, civata zaliman nayine ser rêya rast.

Cezayê wan ev e: Laneta Xwedê, ya ferişte û hemû mirovan dê li ser wan be!

Ew ê her gav di wê lanetê de bimînin, ezab li ser wan nayê sivikkirin û derfet jî ji wan re nayê dayin.

Yên ku piştî vê poşman bûne û li ser rastbûna xwe xebitîne ne tê de. Lewra Xwedê, her gunehveşêr e, dilovîn e.”[4]

Nexwe, cezayê kesên ku dev ji dîn berdane, laneta Xwedê Teala, ya ferişteyan û ya hemî mirovan e. Ên ku tobe bikin dê ji wê lanetê rizgar bibin. Digel ku hukm û biryar ev e, gotin û yekîtiya di navbera mehzeban de; ku kesên murted tê kuştin,  birastî tiştekî xerîb e. Ayeta ku Henefiyan ji xwe re kirine delîl wiha ye:

 “Ji e‘rabiyên ku li paş mane re bibêje: Li hemberî miletekî ku xwedan hêzeke dijwar e gaziya şer dê li we bê kirin. Hûn ê şerê wan bikin, an jî  ew ê (bêşer) teslîm bibin. Vêca eger hûn (çûna şer) qebûl bikin, Xwedê dê perûyeke spehî bide we. Lê belê eger weke cara pêşîn hûn dîsa pişt bidinê, Xwedê dê bi ezabekî dijwar we ceza bike.”[5]

Beşa “Hûn ê şerê wan bikin, an jî ew ê (bêşer) teslîm bibin” ji ayetê, delîla kuştina kesên murted hejmartine.[6] Encax derxistine hukmekî wiha ji vê ayetê ne mumkin e.



[1] Wehbe ez-Zuheylî, el-Fiqh’ul-Îslamî we Edilletuh, çapa 3. Dimaşk 1409/1989, c. VI, rp. 184.

[2] Maîde, 5/54.

[3] Tefsîrû Muqatil b. Suleyman, Tahqîq: Ehmed Ferîd, Beyrût 1424/2002, c. 1, rp. 180-181.

[4] Alî Îmran, 3/86-89.

[5] Fetih, 48/16.

[6] el-Kasanî, el-Bedai‘u’s-Sanai’, c. VII, rp. 111.