Fetwayen Kurdi
Ma zina nîkahê betal dike?

Ma zina nîkahê betal dike?

Pirs: Mêrekî zewicandî, eger bi yeka din re têkeve têkliliya cinsî, gelo nîkaha wî ya dînî betal dibe an na?

Bersiv: Rabûna zilamekî zewicandî bi yeka xerîb re bê nîkah û ku pê re têkeve munasebeta cinsî, zina ye. Zina jî ji gunehên herî mezin e. Ne, kirina wî karê pîs, heta nêzîkbûna bi bal wê jî hatiye qedexekirin:

Nêzîkî zinayê mebin. Lewra ew, karekî pir kirêt û rêyeke pir pîs e.” (Îsra, 17/32)

Di vî halî de mêr, gunehekî pir mezin kiriye; lê evî gunehê mezin zirarê nade nîkahê. Eger ji vî karê xwe yî nebaş tobe bike, ji Xwedê lêborîna gunehê bixwaze, jina wî jî bixwaze ku jiyana xwe pê re derbas bike, hewcedarî bi nîkaheke nû tune û dikarin li ser nîkaha xwe yî berê dewam bikin.