Fetwayen Kurdi
Malê bav dê di navbera du kur û keçekê de çawa bê belavkirin?

Malê bav dê di navbera du kur û keçekê de çawa bê belavkirin?

Pirs: Em du kur û keçek; bi tevahî sê kes in. Birayekî min nexweşê down sendromê ye, birayê min ê mezin jî bijîşk e. Bavê min ji min û birayê min re xanî kirî. Niha ev xanî li ser wî ne; lê belê ji me re got ku: “Ki di kîjan xaniyî de be, ew jê re ye.” Ji bilî vê, sê xaniyên wî yên din û hin pereyên wî li bankê hene. Di der barê van de tu tişt ji me re negot. Piştî wefata bavê min debaşkirina mîratê dê çawa be? Wekî din, bavê min pereyê xwe di bankê de radizîne. Teqez ji bankê faîzê digre. Di vê rewşê de divê em çi bikin?

Bersiv: Divê ku bavê we di heyatê de di navbera zarokên xwe de bi dadmendî tev bigere û xwe ji tevgerên bêdadî yên ku bi mirinê ve girêdayî ne dûr bigre.

Pereyê ku di bankê de ne digel xaniyê ku bavê we ji birayê we û ji we re kiriye û temamê malê wî dê têkeve nav mîratê û piştre bê dabeşkirin. Birayê we yê ku nexweşê down sendromê ye ji mîratê par digre. Bi sedema ku nexweş e ji mîratê nayê mehrûmkirin an jî ji para xwişk û birayên xwe yên din kêmtir nagre. Meseleya ku -li gorî dereceya nexweşiya wî- mal ne di bin teserrufa wî de be (di bin rêveberiya wasiyê wî de be) mijareke din e.

Heke bavê we faîz girtibe, gunehê wê di stûyê wî de ye. Di hawirdoreke munasib de, ayetên têkildar jê re bixwînin û bavê xwe di mijara faîzê de hişyar bikin. Piştî ku mal derbasî mulkiyeta we bû hûn dibin berpirsyar.

Dabeşkirina mîratê dê wiha be. Eger dayika we ne li jiyanê be, dê di navbera we de ango zarokên mirî de bi awayê ku ji kuran du par ji keçan parek bê belavkirin. Eger temamê mîratê 5 par/hisse were qebûlkirin, du par ji birayê yê nexweş re, du par ji birayê we yê bijîşk re û parek jî ji we re dikeve.

Eger dayika we li jiyanê be ji heşta yekê mîratê jê re dikeve, yê mayî jî bi awayê ku ji kur du, ji keçê parek be dê bê belavkirin.