Fetwayen Kurdi
Mêr mir. Jinek, lawek û sê keçên wî man. Mîrata wî dê çawa bê dabeşkirin?

Mêr mir. Jinek, lawek û sê keçên wî man. Mîrata wî dê çawa bê dabeşkirin?

Pirs: Bavê min mir. Wekî wêrisan dayika min, du xwişkên min û ez (lawek) man. Li gorî huqûqa Îslamê divê dabeşkirina mîratê çawa be?

Bersiv: Mîrata zilamê ku li pey xwe jinek, du keç û lawek hiştine dê wiha bê belavkirin:

Piştî ku jina wî (ango dayika we) ji heşta yekê mîratê girt, tiştê mayî dê di navbera zarokan de –bi awayê ku para kur bi qasî para du keçan be– bê belavkirin. Li gorî vê, parvekirin dê ji 32 hisseyan bê kirin. Jina wî, ji heşta yek ango 4 hisseyan bigre. Ji 28 hisseyên mayî, law 14 hisseyan, her keçek jî 7 hisseyan bigre. 4+14+7+7=32.