Fetwayen Kurdi
Mêr û jin, ma dikarin ewretê hev bibînin?

Mêr û jin, ma dikarin ewretê hev bibînin?

Pirs: Jin û mêrên zewicandî dikarin li ewretê hev binihêrin?

Bersiv: Çi jin dibe çi jî mêr, her yek ji wan dikare ewretê yê din bibîne. Behz kurê Hakim (x.j.q) ji bapîrê xwe radigihîne:

“Min pirsî: Ey Qasidê Xwedê! Ma divê em ewretê xwe li hemberî kê binixumînin?” Qasidê Xwedê wiha bersiv da: “Ji cihê ku jin û cariya te dikarin bibînin pê ve, yê mayî ji laşê xwe binixumîne.” Di nava însanan de hukmê ewret çiye? Divê mirov heta ku derê binixumîne: “Heta tu dikarî, nehêle kesek cihê ewretê te bibîne.” Dema ez bi tena serê xwe bim çi bikim: “Xwedê, yê herî layiq e ku mirov jê fedî û heya bike[1]

Wekî ku ji vê hedîsê tê fêhmkirin, di nava jin û mêr de tu nixumandin û mehremiyet tune ye. Di encamê de heta cihê ewretê giran jî tê de jin û mêr dikarin her derê hevdu bibînin.



[1] Tirmizî, Edeb, 39; Îbn Mace, Nîkah, 27.