Fetwayen Kurdi
Ma mêr û jin dikarin bi navê hev bangî hev bikin?

Ma mêr û jin dikarin bi navê hev bangî hev bikin?

Pirs: Gelo heram e ku pîrek bi navê mêrê xwe, pê re biaxive?

Bersiv: Tu hukmekî ku mêr û jinê ji xeberdana wan a bi navê hev, qedexe bike tune ye. Rewşên wiha -ên ku di derbarê wan de tu qedexebûn tune ye-, mubah e. Ango di kirina wê de ne guneh jî xêr heye.

Ev rewşeke bi mijara urf û adetê ve, têkildar e. Ya herî munasib, di civat/kom/herêm/welatê ku bangkirina mêr bi navê wî tê şermezarkirin, meriv li gorî wan tev bigere; li cihên ku nayê şermezarkirin jî dîsa li gorî wê derê, tev bigere.