Fetwayen Kurdi
Ma mêr, ji sergirtina jina xwe berpirsyar e?

Ma mêr, ji sergirtina jina xwe berpirsyar e?

Pirs: Pîreka ku ser û berê wê vekirî be, gelo ji ber vê yekê li axretê mêrê wê jî dê ceza bikişîne?

Bersiv: Di dînê me de esas û prensîba şexsîbûna sûc heye. Ango kî sûc bike, ceza lê tê birîn. Ji ber vê yekê zilamê ku bi yeka servekirî re zewicandî be, di demên munasib de dê jina xwe hişyar bike. Ayet û hedîsên bi xwegirtinê re têkildar in, jê re bixwîne û pê bide xwendin. Tiştê mayî li pîrekê dikeve. Ger bixwaze dê xwe bigire, ji gunehkariyê xelas bibe; bixwaze jî xwe nagire, dê bibe gunehkar. Bo vê yekê mêr, nikare zorê bide jina xwe.