Fetwayen Kurdi
Mêrê Misliman, ma dikare bi yeka Fileh re bizewice?

Mêrê Misliman, ma dikare bi yeka Fileh re bizewice?

Pirs: Ez pîrekeke Fileh im. Ez hurmet û rêzê nîşanî hemî dînên semawî û hemî pêxemberan didim. Hevalekî min î musulman heye. Bi izna Xwedê, em dixwazin bizewicin. Ez dizanim ku zarokên me yên di pêşerojê de dê çêbibin, divê ku musulman bin û ez vê rewşê jî qebûl dikim. Ji bo min, bawermendiya meriv kafî ye. Lewra musulmanbûna min, bi tenê malbata wî şert didêre. Wan Qur’ana Pîroz nexwendiye û haya wan ji ayeta 5’em ji sûreyê Maîde jî tune ye. Da ku em riza wan bistînin û dilê wan jî neşikînin, divê em, vê mijarê ji wan re çawa şîrove bikin? Lewra li gorî min, ji bo Qur’anê bêrûmetî û bêhurmetî ye ku ez rahêjimê û wê deynim ber destê wan.

Bersiv: Eger hûn ji wan re bibêjin ku min Qur’an xwendiye û min di ayeta 5’em ji sûreyê Maîde destûrek wiha dîtiye, dê ev rewş wan dilşad bike û destûra zewaca we bidin. Eger gumanên wan dewam bikin, serî li Miftîxwaneyeke herî nêz bidin û eger di derbarê vê mijarê ku hûn nivîsekê ji wan bistînin, dê munasib be.

Ayeta 5’em ji sûreyê Maîde wiha ye:

Îro, ji bo we tiştên xweş û pak hatine helalkirin. Xwarinên ehlikitêban ji we re helal in û xwarinên we jî ji bo wan helal in. Zewaca bi pîrekên bawermend ên bi namûs û pîrekên bi namûs ên ku beriya we, Me kitêb daye wan, ji we re helal in; bi şertê ku hûn mehra wan bidin wan, bi namûs bin, ji zinayê dûr bin û ji xwe re bi dizî dostikan negirin. Kî ku îmanê înkar bike, bêguman kirinên wî pûç dibin; ew li axretê dibe ji yên ku xesirî ne.