Fetwayen Kurdi
Meriv dikare jina xwe berde û bi baltûza xwe re bizewice?

Meriv dikare jina xwe berde û bi baltûza xwe re bizewice?

Pirs: Pirsa min bi mijara ku meriv di heman demê de bi du xwişkan re bizewice re têkildar e. Ez, ayeta bi mijarê re têkildar e, dizanim. Lê belê, kesê ku jina xwe berde, gelo jê re durist e ku bi baltûza xwe re bizewice? Ango zewaceke wiha caiz e?

Bersiv: Li gorî ayeta 23’em ji sûreyê Nîsa, ku meriv di heman demê de bi du xwişkan re zewacandî be, heram e. Lê belê piştî mirinê yan jî berdanê, meriv dikare bi xwişka jina xwe re bizewice. Ji bo nîkahê, divê li benda derbasbûna ‘ideyê pîreka ku berdaye, bisekine. Dema ‘ideyê wê xelas bû, zilam dikare bi baltûza xwe re bizewice.[1]

Rewşa ku di pirsa we de derbas dibe, herçiqas di hin urf û adetan xweş neyê dîtin jî dînê me di vê mijarê de tu mehzûratî û qedexebûn neaniye.



[1] Bnh. Ömer Nasuhi Bilmen, Hukuk-ı İslamiye ve Istılahat-ı Fıkhiyye Kâmusu, II, 101.