Fetwayen Kurdi
Mîrata kesê ku du hevserên wî hene dê çawa bê teqsîmkirin?

Mîrata kesê ku du hevserên wî hene dê çawa bê teqsîmkirin?

Pirs: Dema du jinên kesê mirî hebin, hevserên wî dê ji mîratê çiqas bigrin?

Bersiv: Dema kesê mirî li pey xwe zarok hiştibe/hiştibin û didu yan jî zêdetir jinên wî hebin, hevserên wî di heştyeka mîratê de pişkdar in. Heke zarok tunebe/tunebin, di çaryeka mîratê de hevpiş in. Di navbera ku hevser didu, sisê yan jî çar bin de tu cudahî tuneye.

Xwedê Teala wiha feman dike:

“… Eger zarokên we nebin çaryeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye ji bo jinên we ye. Vêca eger zarokên we hebin, ji bo wan heştyeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye heye. Ev jî piştî pêkanîna qewîtiya we û piştî dayîna deynê we ye…” (Nîsa, 4/12)

Ji kerema xwe re bersiva di navnîşara jêr de ye temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bir-adamin-iki-esi-varsa-bunlar-mirastan-ne-kadar-pay-alirlar.html