Fetwayen Kurdi
Mislimanên ku limêj nakin, ma divê ku ew jî xusla xwe rakin?

Mislimanên ku limêj nakin, ma divê ku ew jî xusla xwe rakin?

Pirs: Hukmê ku meriv bi cenabetî bimîne çi ye? Heta kengî meriv dikare bi cenabet bimîne? Wekî din jî hevaline hene ku dibêjin “Jixwe ez limêj nakim, xem nake ez bi cenabet bimînim.” Hûn di derbarê wan de nebêjin çi?

Bersiv: Bi sedem ku cenabet dibe asteng bo kirina limêjê, bi qasî ku meriv bikaribe limêja xwe di dema wê de bike, meriv dikare xwe neşû. Sekna ji vê zêdetir, ne caiz e.

Xusul, bo kirina limêjê şert hatiye dêrandin. Lê belê ev jî heye, çawa meriv dê dibêje “Ez misilman im” û limêj neke, ma ev karê aqil e! Meriv nikare limêja xwe neke û bibêje ez ê paşê qeza bikim. Kesê limêjê di wexta wê de neke, eger temamê emrê xwe bi limêjê derbas bike dîsa jî nikare wê valahiya han dagire.