Fetwayen Kurdi
Nexweşê giran dê çawa nimêj bike?

Nexweşê giran dê çawa nimêj bike?

Pirs: Nexweşê giran ma lazim e ku nimêjên xwe bihêle ji bo qezayê û piştî ku baş bû bike?

Bersiv: Nexweşê giran, heta ku hişê wî li serê wî be lazim e ku nimêja xwe bike. Bi rêyekê ji rêyan dê desmêj an jî teyemmuma wî were girtin û bi îşaretan be jî divê ku nimêjên xwe bike. Lê belê di demên ku hişê nexweş ne li serê wî be bi sedema ku ji kirina nimêjê ne berpirsyar e, gava hişê wî were serê wî ne lazim e ku wan nimêjan qeza bike.