Fetwayen Kurdi
Nexweşên diyabetê, gelo lazim e ku di meha Remezanê de rojî bigrin?

Nexweşên diyabetê, gelo lazim e ku di meha Remezanê de rojî bigrin?

Pirs: Nexweşên diyabetê, ma pêwîst e ku di meha Remezanê de rojî bigirin?

Bersiv: Xwedê Teala ruxset daye nexweşan ku dikarin rojiyê negirin. Ji sûreyê Beqere ayetên di vê mijarê de wiha ne:

Di çend rojên bijimar de rojiyê bigrin. Di wan rojan de kî ji we nexweş an jî di rêwîtiyê de be, bila biqasî wan rojên borî di rojên din de bigre. Ên ku qaweta wan ji rojîgirtinê re heye li ser wan fidyeya xureka jarekî heye. Kî bêhtir bide, ew ji bo wî çêtir e. Eger we bizaniba, rojîgirtin ji were bi xêrtir e. Meha Remezanê, ya ku Qur’an tê de hatiye şandin ayetên wê ji mirovan re rêber in û ji bo veqetandina heq ji batilî delîlên eşkere ne. Êdî kî ku ji we gihaşt vê mehê bila tê de rojî bigire. Çi kesê ku nexweş yan jî rêwî be û rojî negirtibe bila di rojên din de biqasî wan rojên ku rojî negirtiye, bigre. Xwedê ji bo we rihetiyê dixwaze, zehmetiyê naxwaze. Ev, da ku hûn rojên rojiyê bêkêmasî bigirin û ji bo ku hûn rasterê kirine hûn Wî mezin bidêrin û da ku hûn bişêkirînin.”[1]

Kesên niyet li rojiyê bînin û piştre nexweş bikevin jî dikarin rojiya xwe xera bikin.

Dema nexweş baş bibin, divê rojiya xwe qeza bikin. Ger baş nebin jî tu tiştekî ku bikin tune ye.

Ji kerema xwe re li nivîsa di navnîşana jêr de binihêrin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/insulin-kullanmak-orucu-bozar-mi.html

 


[1] Beqere, 2/184-185.