Fetwayen Kurdi
Nexweşên şekir, tansiyon, migren û hwd. ma divê ku rojiyê bigirin?

Nexweşên şekir, tansiyon, migren û hwd. ma divê ku rojiyê bigirin?

Pirs: Ma nexweşên şekir, tansiyon û migrenê dê rojiyê bigirin? Wekî mînak ez nexweşê tansiyonê me û îlacên ku divê sibê-êvarê bixwim hene. Hûn tewsiya çi li min dikin?

Bersiv: Xwedê Teala di ayeta 184’an ji sûreyê Beqere ragihandiye ku kesên nexweş, dikarin rojiyê negirin. Û divê piştre biqasî rojên ku negirtine rojî bigirin. Lê belê dayina fidyê/kefaret ji dêla rojiyê, ne durist e. Nexweş, eger derfeta ku rojiyê bigirin nebînin û bimirin, tu mesûliyet li ser wan tune ye. Herwiha ayet diyar dike ku rojîgirtin ji bo kesên nexweş bi xêrtir e.