Fetwayen Kurdi
Ma nîkah bi henekan tê birîn?

Ma nîkah bi henekan tê birîn?

Pirs: Zilamekî (25 salî) di hawirdoreke ne pir cidî de ji keçeke (16 salî) dipirse: “Tu bi min re nazewicî”, keçik jî bersiva, “Belê, ez bi te re dizewicim” dide. Piştre zilam dibêje “Êdî, em hevserê hev in, min ev ji du kesên din re jî got.” Gelo nîkaheke wiha durist e? Ne malbata keçikê, ne jî malbata zilam, heta hevalên herduyan jî haya wan ji vê tune ye. Di vê mijarê de hûn nabêjin çi?

Bersiv: Tiştê hatiye kirin, nakeve şûna nîkahê. Madem rewş wiha ye, gotina wî ya ji du kesan re tu mena jê re tune ye. Tiştê hatiye kirin herî zêde, dibe soz û peymandayina ji bo zewacê. Lewra hin şertên nîkahê hene; destûra welî, rizaya keçikê, hazirbûna du şahidan. Heta ku ev şert pêk neyên, peymana nîkahê nayê cih.

Ji bo agahiyên berfirehtir di vê mijarê de, ji kerema xwe re serî li lînkên jêr jî bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/velisiz-nikah.html

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/nikahin-denetlenmesi.html