Fetwayen Kurdi
Pîrek kengî dikare xebera hemilbûna xwe ji dost û hevalan re bibêje?

Pîrek kengî dikare xebera hemilbûna xwe ji dost û hevalan re bibêje?

Pirs: Di Îslamê de pîrekeke ku bi hemil be, da ku wê xeberê bi zilamên (eqreba) -ên ku li hev halal in- an jî bi însanên din re parve bike, divê çiqasî bisekine? Ango ji bo vê tu demeke diyarkirî, heye yan na?

Bersiv: Ji bo diyarkirina hemlê tu demeke xuya, tune ye. Di mijarên wiha de ya herî munasib ku meriv li gorî adabê urf û adetên xwe hereket bike.

Pîrekek, ji zilamên biyanî yên ku eqrebayên wê ne re bi hemilbûna xwe aşkere bike mîna bibêje “ez bi hemil im” herçiqas, ne guneh be jî lê belê ev tê şermezarkirin. Lewra hemil piştî çend mehan, dê bigihîje asteke ku nayê veşartin.