Fetwayen Kurdi
Ma pîrek roja înê, limêja xwe ya nîvro kengî dikarin bikin?

Ma pîrek roja înê, limêja xwe ya nîvro kengî dikarin bikin?

Pirs: Roja înê çawa ezan hat xwendin, pîrek li malên xwe limêja xwe ya nîvro bikin durist e yan na?

Bersiv: Pîrekên ku nikarin herin limêja înê, bi kirina limêja nîvro ya wê rojê mukelef in. Limêja nîvro jî piştî ku dema wê hat, meriv dikare bike. Û ne lazim e ku li benda zilaman bin, heta ku ji limêja înê derkevin.

Lê belê di pirtûkên îlmhalê de agahiyeke wiha derbas dibe:

“Ên xwedî uzur an jî yên di hebsê de ne, roja înê di bajêr de berî limêja înê yan jî piştî wê ku limêja xwe ya nîvro bi cemaetî bikin, mekrûh e. Belbî piştî ku limêja înê hat kirin, limêja xwe ya nîvro bikin musteheb e. Lewra heta wê demê hêvî heye ku uzrê wan ji holê rabe.” (Ömer Nasuhi Bilmen, Büyük İslam İlmihali)

Li gorî mezheban ji ber ku limêja înê li ser pîrekan ne ferz e, ew li derveyî vî hukmî dimênin.