Fetwayen Kurdi
Pîreka ku hatiye berdan, kengî dikare bi yekî din re bizewice?

Pîreka ku hatiye berdan, kengî dikare bi yekî din re bizewice?

Pirs: Pîrekeke ku ji aliyê mêrê xwe ve hatibe berdan, kengî dikare bi yekî din re bizewice? Û piştî berdanê divê çiqasî bisekine?

Bersiv: Pîreka ku hatiye berdan, da ku bikaribe bi yekî din re bizewice divê demekê bisekine û ji wê re tê gotin “‘ide”. Berdan divê di hundirê ‘ideyê de be û pîrek di wê gavê de di paqijiyê de be, lê belê di heman wextê de divê ku bi mêrê xwe re neketibe têkilatiya cinsî.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Jinên ku hatine berdan, bi tena serê xwe mudetê sê qur’an disekinin.”[1]

Ji ber ku têkilatiya cinsî di dema heyzê de qedexe ye, pîrek di wê demê de jixwe bi tena serê xwe ye. Pîreka ku di hundirê ‘ideyê xwe de hatiye berdan ji ber ku bi mêrê xwe re di heman malê dijî gotina “ قُرْءqur’” tê mena dema paqijiyê ya ku dikare pê re têkeve munasebeta cinsî.

Li gorî vê, pîreka ku dikeve heyza dema ji aliyê mêrê xwe ve hatibe berdan, divê ku sê demên paqijiyê bimîne. Ji ber ku berdana di dema heyzê de çênabe, pîrekeke ku hatibe berdan bê ku bi mêrê xwe re ketibe têkilatiya cinsî, bi temamî sê heyz + sê paqijî divê ku bisekine. Ev jî nêzî sê mehan dewam dike. Piştî paqijiya sêyem, êdî berdan temam dibe û pîrek dikare bi zilamekî din re bizewice.

Nîkaha ku beriya derbasbûna paqijiya sêyem ango beriya temambûna ‘iddê, tên birîn, ne di cih de ne û nîkaheke batil e.

Xwedê Teala di derbarê pîrekên ku ji heyza qut bûne, ên ku nakevin heyza û yên ku ducanî ne, wiha ferman dike:

Ew jinên ku ji xwîna heyzê bêhêvî bûne û ew ên ku xwîna heyzê nabînin, eger hûn di heqê wan de ketin gumanê, ‘ideyê wan sê meh e. Ew ên ku bi hemle ne ‘ideyê wan bi danîna barê wan, xelas dibe. Kî biryar û hukmên Xwedê biparêze, Xwedê dê karê wî jê re hêsan bike.[2]

Mêr, -jina xwe ya ku di wan rewşan de ye- her gav dikare berde. ‘Ide bi nisbet bal wî ve, ji dema berdanê dest pê dike.



[1] Beqere, 2/228.

[2] Telaq,65/4.