Fetwayen Kurdi
Gelo mexduriyeta pîreka ku ne bi rêya resmî tê berdan, dê çawa were telafîkirin?

Gelo mexduriyeta pîreka ku ne bi rêya resmî tê berdan, dê çawa were telafîkirin?

Pirs: Di encama ku pîrek ne bi rêya fermî hatibe berdan, mexdûriyeta wê dê çawa were telafîkirin? Ango ma berdaneke wiha meqbûl e û tê pejirandin?

Bersiv: Di mijara jinberdanê de tetbîqa belavbûyî ku îro li welatê misilmanan tê dîtin, li dijî Qur’ana Pîroz e. Di vê babetê de em tewsiye dikin ku hûn nivîsa me ya bi sernavê “Erkeğin Boşama Hakkı” (Mafê Zilam ê Jinberdanê) di malpera me www.suleymaniyevakfi.org de bixwînin.

Nîkahên ku bi rêya fermî hatibin birîn, her wiha divê meriv hewl bide ku bi rêya fermî bi dawî bike. Ango bi rêya fermî wan berde. Eger ne wiha be, dibe ku pisrgirêkên mezin derkevin holê. Berdana ne bi rêya fermî, eger li gorî rê û rêbazên Qur’anê be, berdan tê cih. Ango berdaneke wisa, pîrekê li meriv heram dike.