Fetwayen Kurdi
Pîreka ku şeva wê ya gerdekê rastî dema xwînmeha wê were

Pîreka ku şeva wê ya gerdekê rastî dema xwînmeha wê were

Pirs: Eger pîrekek, şeva zîfafa wê pêrgî dema dîtina edetê/xwînmeha wê were, gelo nîkaha wê ya dînî qebûl dibe, an jî piştî ku paqij bû divê careke din nîkaha wê bê birîn? Hûn dikarin min agahdar bikin?

Bersiv: Xwedê Teala di Qur’an Pîroz de wiha ferman dike:

Ji te, pirsa heyzê (edetê) pîrekan dikin. Bibêje: Ew ezyet e. Di rojên heyzê de xwe ji wan dûr bigirin. Heta ku ew jê paqij nebin nêzîkî wan mebin. Dema tam jê paqij bûn, êdî ji cihê ku Xwedê li we ferman kiriye herin cem wan. Bêguman Xwedê ji tobekaran hez dike û ji yên pak û paqij jî hez dike.”[1]

Li gorî vê ayetê, pîrek di dema adetan de ne paqij in. Bi sedem ku yek ji şertên limêjê paqijî ye, pîrek di wê demê de bi kirina limêjê ne berpirsyar in. Di dema xwînmehê de qedexeya duyem jî munasebeta cinsî ya di navbera pîrekê û zilam de ye. Ji bilî van herdu tiştan, di gava adetan de li ser pîrekê, tu tiştekî qedexekirî tune ye.

Ji bo duristbûna nîkahê, tu şertekî ku divê pîrek paqij be, tune ye. Nîkaha ku di dema nepaqijiyê hatibe birîn sehîh e û ne pêwîst e ku piştî paqijiyê careke din bê birîn.



[1] Beqere, 2/222.