Fetwayen Kurdi
Pişkên ku mirov bi rêya SMSan beşdar dibe caiz in?

Pişkên ku mirov bi rêya SMSan beşdar dibe caiz in?

Pirs: Hin firmayên ku em bi wan re alvêrê dikin bi rêya kişandina çîtikê tiştên mîna wesayît, telefon, tablet û hwd. belav dikin. Beşdarbûnê jî, bi tenê bi rêya hinartina   SMSê pêkan e. Gelo ji aliyê olî ve tevlîbûna helmetên bi vî rengî caiz e?

Bersiv: Heke bi tenê di encama beşdarbûna bi rêya SMSê çîtika diyariyan bê kişandin, ev dibe qumar. Lê belê eger SMS sirf ji bo serîlêdanê hatibe bikaranîn û beşdarbûn di encama kirîna hin tiştan ji firmayê -bi bihayên rayiç- hatibe kirin, di vê rewşê caiz e.