Fetwayen Kurdi
Piştî berdana pîrekê dema meriv li jina xwe vegere, ma divê ku nîkaheke nû were birîn?

Piştî berdana pîrekê dema meriv li jina xwe vegere, ma divê ku nîkaheke nû were birîn?

Pirs: Dema mirov di hundirê ‘ideyê de jina xwe vedigerîne, ne hewce ye ku mirov nîkaheke nû bibire. Wê demê, ev berdanek çawa ye? Yanî di dema ric‘etê de nîkaheke nû pêwîst e yan na?

Bersiv: Di sûreyê Telaq de têgehên “telaq” û “tefrîq” û di sûreyê Beqere ayetên 229 û 231’em de têgehên “telaq” û “tesrîh”ê hene. Têgeha “tesrîh”ê, di ayeta 28’an ji sûreyê Ehzab di derbarê pîrekên Pêxember (s.a.w) de jî hatiye bikaranîn. Telaq, jinberdan; tefrîq an jî tesrîh, piştî derbasbûna ‘ideyê jihevqetandina mêr û jinê ye. Cihgirtin û pêkhatina telaqê; bi tefrîq û tesrîhê ve ne girêdayî ye. Belbî ev, karekî ji bo parastina jinan e. Eger ne wiha bûna, piştî derbasbûna ‘iddê, dê pir kesan pîrekên xwe berdana û ew vegerandin bi vî awayî pir caran dubare bikirina. Negirêdana telaqê bi tefrîqê, vî deriyê han girtiye. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Telaq (ya ku lêvegerîn tê de pêkan e) du car in. Êdî; yan bi qencî li cem xwe hiştin e yan jî bi rindî berdan e.”[1]

Pergala jinberdanê ya di Qur’ana Pîroz de, nabe ku mirov wê li gorî telaq û berdanên di qanûn û huqûqên din de hene qiyas bike, binirxîne û bibêje ku “heta nîkaheke nû neyê birîn telaqekî nû nayê cih”. , ev tişt li dijî sîstema jinberdanê ya ku Qur’anê ew qebûl kiriye ye.



[1] Beqere, 2/229.