Fetwayen Kurdi
Piştî têkilatiya cinsî bi seetekê menî parçe parçe diherike, divê ez çi bikim?

Piştî têkilatiya cinsî bi seetekê menî parçe parçe diherike, divê ez çi bikim?

Pirs: Piştî munasebeta cinsî ez serê xwe dişûm. Lê belê, digel ku nîv seet an jî seetek derbas dibe hin caran parçe parçe menî diherike, dilê min nerihet e. Ma lazim e ku ez careke din xusla xwe rakim?

Bersiv: Kesê bi cenabet ketibe yan jî ketibe têkilatiya cinsî, eger mîza xwe nekiribe yan jî qederekî baş nemeşiyabe yan jî berî razanê xusla xwe rakiribe, piştre tiştê mayî ji meniyê jê biherike, divê ku careke din serê xwe bişû. Lê eger mîza xwe kiribe yan jî têr birêde çûbe yan jî piştî razanê bêşehwet menî jê hatibe, di van halan xusul ne lazim e. Lewra di vî halî de ew menî, bê hebûna şehwetê ji cihê xwe derketiye.

Pîrekek piştî ku serê xwe şûşt, eger meniya zilamê wê jê were, dîsa ne lazim e xusla xwe dubare bike.[1]



[1] Bnh. Ömer Nasuhi Bilmen, Büyük İslam İlmihali, “Guslü Gerektiren Haller/Haletên ku Xuslê Lazim Didêrin ”, paragrafa 178’an.