Fetwayen Kurdi
Rast e ku sehabiyekî kor, Pêxemberê me ji xwe re kiriye wesîle û dua kiriye?

Rast e ku sehabiyekî kor, Pêxemberê me ji xwe re kiriye wesîle û dua kiriye?

Pirs: “Sehabiyekî ku di çavên wî de hin nerihetî hebûye, tê cem Pêxember û dibêje: “Ey Qasidê Xwedê! Ji bo tenduristiya min ji Xwedê Teala lava bike.” Pêxember jî wiha bersiva wî dide: “Eger tu bixwazî ez ê dua bikim an jî sebir bike, ev ji te re bi xêrtir e.” Zilamî got: “Dua bike.” Li ser vê yekê Qasidê jê re dibêje desmêj bigire û wiha bibêje: “Ey Xwedayê min! Ez bi xatirê Pêxemberê Te yê rehmetê Muhemmed, berê xwe didim Te û ji Te dixwazim. Ji bo bicihanîna wê daxwaziya min ez bi te, berê xwe didim Xwedê Teala. Ey Xwedayê min! Pêxemberê rehmetê, ji bo şifaya min bike navgîn.” Zilam tiştê ku jê re hat gotin, kir û piştî demekê çavên wî rihet bûn.” Gelo ev hedîs rast e? Eger rast be, ma nabe delîl ji bo wesîla di duayan de?

Bersiv: Di pirtûka me ya bi navê “Kur’an Işığında Tarikatçılığa Bakış”, -bi pirsa we re girêdayî – ev agahiyên han derbas dibin:

Şêx efendî – Tu hebûna wesîleyê qebûl nakî. Di derbarê hebûna wê de delîla me heye. Çavên zilamekî kor dibin, tê ba Muhemmed (s.a.w) û ji bo xwe, jê duayê dixwaze. Ew jî dibêje:

“Desmêj bigire, du rek‘et limêj bike û wiha dua bike: “Ey Rebbê min! Ez Qasidê Te, ji xwe re dikim navgîn û ji Te şifayê dixwazim.”

Wî zilamî digel vî duayî got: “Ey Rebbê min! Pêxemberê xwe, ji min re bike mehdervan.” Ev hedîseke sehîh e. Eger tu vê hedîsê qebûl nekî, em jî te qebûl nakin.

Bayındır – Ev hedîs, di Tirmizî, Îbn Mace û Musned a Ehmed kurê Henbel de derbas dibe.

“Zilamekî ku çavên wî kor in, tê cem Muhemmed (s.a.w) û wiha dibêje:

– ‘Ji Xwedê dua bike, bila şifayê bide min.’ Qasidê Xwedê dibêje ku:

– ‘Eger tu bixwazî, ez dua bikim an jî li ser rewşa xwe sebir bike, çêtir e.

’ Zilam dibêje:

– ‘Dua bike’.

Muhemmed (s.a.w) emrê wî dike ku xweşik desmêj bigire, du rek‘et limêj bike û wiha dua bike:

‘Ey Xwedayê min! Ez ji Te dixwazim, digel Pêxemberê rehmetê Muhemmed, ez berê xwe didim Te.

Ya Muhemmed ji bo pêkhatina vê pêdiviya min, bi te re ez berê xwe didim Xwedê. Ey Rebbê min! Wî di derheqê min de bike mehdervan.”[1]

Mena gotina “…Wî di derheqê min de bike mehdervan…” “duayê wî yê di derbarê min de qebûl bike.” Lewra mehdervanî, çûna bi yekî re ji bo alîkariyê û xwestina tiştekî ye.[2]

Zilam, ji Pêxember hevaltiya di dua de xwestiye, Pêxember jî ji bo duakirinê soz daye û xwestiye ku pê re wiha dua bike:

اللهم إني أسألك وأتوجه إليك بنبيك محمد نبي الرحمة

“Ey Xwedayê min! Ez ji Te dixwazim, digel Pêxemberê rehmetê Muhemmed, ez berê xwe didim Te.

Herfa cerrê ya di serê bêjeya “Nebî” de ye, dibe ku meriv xwe pê şaş bike. Ev herf, mena “îlsaq”ê dide. Îlsaq, bi mena zeliqandin û meriv tiştekî bike parçeyê tiştekî din. Ji vê bonê mena duayê ya rast mîna ku li jor hatiye nivîsandin.

Eger ne wisa be mena, dê bibe li dijî vê ayetê:

Bibêje: Ji ya Xwedê xwestibe pê ve, ez nikarim tu feydê û zirarê bidim xwe jî…”[3]



[1] Tirmizî, De‘awat, 119., jimara hedîsê: 3578. Tirmizî di dawiya hedîsê wê nîşeyê dide: “Ev hedîsek, hesen, sehih xerîb e. Em hedîsê sirf bi vî awayî dizanin; Îbn Mace, Îqamet’us-Selat, 189, jimara hedîsê: 1385; Eh­med kurê Henbel, Musned, IV, 138.

[2] Raxib el-Isfahanî, el-Mufredat, thq. Safwan ‘Adnan Dawûdî, Dimeşq û Beyrût 1412/1992, benda شفع.

 

[3] E‘raf, 7/188. (Jêder: Abdülaziz Bayındır, Kur’an Işığında Tarikatçılığa Bakış, çapa 6’mîn, Weşanên Weqfa Suleymaniye, Stenbol 2010, rp. 22-24).