Fetwayen Kurdi
Rewşa misilmanê ku mafê yekî xeyrimuslim xwaribe dê çawa be?

Rewşa misilmanê ku mafê yekî xeyrimuslim xwaribe dê çawa be?

Pirs: Ez dixwazim di derbarê mafê kesên xeyrimuslim de bipirsim. Di demên ku hîn haya min ji dînê min tune bû, min heqê îbadan xwar. Piştî ku Xwedê Teala ez anîm ser rêya rast, min dînê xwe nas kir. Lê belê dibêjin ku “mafê kesê kafir lê nayê vegerandin û ew ê îmana te ji te bistîne” Ev çawa çêdibe seyda? Eger ez li ser îmanê bimirim, ma kesê kafir jî bi sedema ku mafê wî li ser min heye dê îmana min ji min bistîne û têkeve bihuştê û ez ê jî ebedî di dojehê de bimînim? Hûn dikarin vê yekê ji min re rave bikin?

Bersiv: Di serî de pêwîst e ku em bibêjin, ji ber ku hemû “bendeyên” Xweda ne, ji aliyê mafan ve di navbera kesên misilman û yên xeyrimuslim de tu ferq û cudahî tuneye. Mirovê misilman çawa riayeta maf û huqûqê birayên xwe yên misilman dike, herwiha divê li maf û huqûqê yên xeyrimuslim jî miqate be û zêde hişyar be da ku heqê wan bin pê neke.

Eger em werin ser bersiva pirsa we: Kesên kafir bi tu awayî nakevin cenetê. Lê belê eger mafê yekî wiha li ser we hebe û li dinyayê we di nav xwe de li hev helal nekiribe, li axretê dê heqê xwe ji we bistîne. Ev tişt, wî ji dojehê dernaxe, lê li gorî rewşa heqê wî dibe ku we têxe cehenemê. Encax gotina ew dê “îmana” we ji we bistîne ne rast e. Ji vê bonê hûn ê bi awayê ebedî di dojehê de nemînin.