Fetwayen Kurdi
Ma rast e ku di her sed salî de mucedidek tê?

Ma rast e ku di her sed salî de mucedidek tê?

Pirs: Hin kes dibêjin ku serê her sed salî alimek tê û di mijarên olî de alîkariya mirovan dike. Gelo ev rast e? Eger ev rast be, em ê çawa bizanibin? Bi awayekî zelaltir, em ê çawa nas bikin birastî jî kî alim e û kî jî hîlekar e? Eger rast be jî çavkaniya vê çi ye, ango em ji ku dizanin di serê her sed salî alimek tê?

Bersiv: Di Sunena Ebû Dawûd de riwayeta hedîseke wiha cih digire:

“Ebû ‘Elqeme got; li gorî ku ez dizanim, Ebû Hureyre (x.j.q) radigihîne ku Qasidê Xwedê wiha kerem kiriye: “Di serê her sed salî de Xwedê, bo vê umetê yekî (mucedid) ku dînê wan nû bike dişine.”[1]

Hedîs zeîf e. Ebû ‘Elqeme gotiye “Li gorî ku ez dizanim, Ebû Hureyre (x.j.q) ev hedîs ji Qasidê Xwedê ragihandiye.” Nexwe, ew ji vê, ne ewle ye.

Li gorî ku Qur’an û Suneta Pêxemberê me (s.a.w) li holê ye, kesê were gelo dê çi nû bike? Wekî din jî li gorî ku yê dîn nû dike dê Xwedê wî bişîne, divê ku nîşaneke wî hebe. An jî meriv dê çawa wî nas bike. Rewşa dîn ya nû dê li gorî çi bê diyarkirin û çawa bê fêhmkirin? Ji lewre di mijareke wiha girîng de hedîseke zeîf nabe ku bibe delîl. Nerîna me ew e ku ev hedîs, nabe ku bibe delîl.



[1] Ebû Dawûd, Melahim, 1.