Fetwayen Kurdi
Ma rast e ku kesê ‘umreyê bike hec jî lê ferz dibe?

Ma rast e ku kesê ‘umreyê bike hec jî lê ferz dibe?

Pirs: Yekî biqasî ku bikaribe biçe hecê pereyê wî tune bin, ma dikare here ‘umreyê? Di halê ku çû ‘umreyê jî bi sedem ku dê Ke‘beyê bibîne, wî kesî çûna hecê li xwe ferz kiriye. Ma ev tişt rast e?

Bersiv: Ji bo kesê ku derfetê bibîne di emrê xwe de carekê ‘umreyê bike, sunetê muekked e. Kirina ‘umreyê di roja ‘Erefeyê û her çar rojên cejna Qurbanê de mekrûhê tehrîmî ye. Ji bilî van rojan di hemî rojên salê de ‘umre tê kirin.

Meha Şewal û Zilka’de û deh rojên meha Zilhiccê, mewsimê hecê ye. Muslumanê ku ne di mewsimê hecê de ‘umre kiribe, sirf bi sedem ku Ka’be dîtiye, hec li serê ferz nabe.

Kesê ‘umreya xwe di mewsimê hecê de bike, dikare heta dehê meha Zilhiccê li wê derê bimîne. Ji bo wî, derfeta ku heca xwe jî bike hatiye bidestxistin. Muslumanê ku bi vî awayî derfeta pêkanîna hecê bidestxistibe û neke, li hember vê kirina xwe berpirsyar e.

Muslumanên ku ji deverên dûrî Mekkeyê tên da ku ‘umreya xwe bikin, eger berê hec kiribin, divê ku ‘umreya xwe ne di mewsimê hecê de bikin. Di rewşa ku di mewsimê hecê de ‘umreyê bikin jî divê ku heta rojên hecê bisekinin û îbadeta xwe ya hecê jî bikin.