Fetwayen Kurdi
Têkiliya bi nîşaniya meriv re divê çawa be?

Têkiliya bi nîşaniya meriv re divê çawa be?

Pirs: Divê têkilatiya meriv bi nîşaniya meriv re çawa be? Da ku ez sînorên Qur’an û sunetê bin pê nekim, di vê mijarê de ez ji we alîkariyê dixwazim. Piştî salekê dê daweta me çêbibe. Di vê navberê de divê ez bi nîşaniya xwe û malbata wê re çawa biaxivim, hevdîtinê pêk bînim û hal û hereketê min divê çawa bin? Bi kirina tiştekî şaş, ez naxwazim xwe têxim bin guneh. Di vê demê de jî ez dixwazim rizaya Perwerdegarê xwe bi dest bixim.

Bersiv: Dema xwestin an jî nîşaniyê, dema ku meriv di wan de hevdu nas dike. Di vê demê de keç û kur ji ber ku ji aliyê dînê ve, jihev re biyanî ne, nikarin di derdoreke girtî de bi hev re bimînin û hevdîtinê pêk bînin, keza nikarin bi destê hev bigirin, hevdu hembêz bikin û hevdu ramûsin.

Bi mebesta zewacê, zilam û pîrek çi rû bi rû çi jî bi rêya telefonê dikarin bi hev re biaxivin. Lê belê di vê de jî hin sînor hene. Heta ku nîkah neyê birîn, hûn jihev re biyanî ne. Ji vê bonê divê ku hûn riayeta qayde û rêgezên ehlaqî yên ku dînê me di vê mijarê de danîne, bikin.

Hûn û nîşaniya xwe, dikarin li mala wê hevdu bibînin. Bi vî awayî, hûn ê derfeta ku hem nîşaniya xwe hem jî malbata wê ji nêz ve nas bikin bi dest bixin.

Ji ber ku daweta we dê saleke din çêbibe, em, birîna nîkahê ji niha ve, li we tewsiye nakin. Lewra, mixabin nîkahên dînî, bê nîkaha fermî di halê hazir de tu encameke wê ya huqûqî tune ye û di pirsgirêkeke muhtemel de her dem keç mexdûr dibe. Dema nîşaniyê, peymaneke ku jihev hatiye stendin û bi vê, tu mehremiyet ji holê ranabe. Lewra herdu alî jî di mijara nîkahê de dikarin nerîna xwe biguherînin.

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/nisanlilarin-nikahi.html