Fetwayen Kurdi
Zarokên pir û pêşveketin

Zarokên pir û pêşveketin

Pirs: We di bersiveke xwe de îfade kiriye ku çêkirina zarokan, aboriyê pêşve dixe, pêşveçûnê bihêz dike û civatê bextewar dike. Gelo ji ber vê ye ku milyar û nîv (1,5) misilman birçî û jar in? Dewletên misilman ên mîna Nijer, Nijerya, Somalî, Sûdan, Pakîstan û Afxanîstanê hene. Gelo ji ber ku van dewletan pir zarok çêkirine, hetine vê rewşê? Ji ber vê ye ku milyar û nîv misilman di bin desthilatdariya rojava de zilm û zordestiyê dibînin? Musluman, di rewşeke ku ji teknîk û zanistiyê bê par jiyana xwe didomînin û Îsraîl a ku 8 milyon e, li dinyayê hukum dike.

Bersiv: Em ê hewl bidin, da ku pirsa we bi çend xalan bibersivînin:

Di bersiva me ji we re şand de me hewl da, ku em bi ayet û hedîsan rave bikin, ku zawac bi mebesta zarokçêkirinê ye.

Di bersivê de jêgira “bandorên erênî yên serjimarê li ser aboriyê”, ne bersiva “çima divê zarok bên çêkirin!” Belbî sirf bi çavê yekî aborzan, îzaha babeta ku di ayet û hedîsan de derbas dibe.

Çawa ku pêşveçûna rojavayiyan ne bi sedem zarokên kêm e, her wiha misilman jî ne bi sedem çêkirina zarokên pir, li paş mane! Misilman bi sedem ku wan bi temamî dev ji Qur’ana ku Xwedê Teala ew hinartiye, berdane û her wiha dev ji kitêba/gerdûna ku Xwedê ew afiradiye, berdane li paş mane. Qanûna Xwedê ev e, kî li gorî esas û qaydeyan bixebite Ew ê bide wî. Misilmanên ku armanca wan hem dinya hem jî axret e, çawa zanistiya ku dê dinyaya wan xelas bike, bi dest nexisitine, Qur’ana ku hem dinya hem jî axreta wan xelas dike, ji jiyana xwe dûr xistine. Lê belê rojavayiyên ku tu armanc û hedefa wan a xelaskirina axretê tune ye, kitêba Xwedê ya ku afirandiye –kaînat- xwendin, bi zanistiyê girtin û di her warî de ketin pêşiya misilmanan. Qasidê Xwedê (s.a.w), hevalên wî û bapîrên me, gelo bi sedem ku du zarok çêdikirin bûn hakimê hemî dinyayê? Wan, riayeta qayde û rêbazên ku Xwedê danîne kirin û di heman demê guh dan tewsiyeyê Wî û pir zarok çêkirin! Meriv xusûsiyetên wiha girîng, di ser guhê xwe re biavêje, serkeftin û têkçûnê bi mijara zarokên pir an jî hindik girê bide, gelo çiqas rast e hûn lê bifikirin!? Ji vê bonê îro em misilman, dema em bi herdu destan bi kitêba ku Xwedê hinartiye û hem jî bi kaînatê -kitêba ku Xwedê ew afirandiye- bigirin, em ê di cîhanê de bibin mînak.

Kurtebêja gotinê, ji dêla ku meriv çavnêriya halê cîhana Îslamê ya perişan bike û rewşa wan binirxîne, divê em bidin pey ku em rave û nirxandinên xwe li gorî kitêba Xwedê, bikin.