Fetwayen Kurdi
Zilam dikare çend caran bi yekê re nîkaha dînî bibire?

Zilam dikare çend caran bi yekê re nîkaha dînî bibire?

Pirs: Ma zilam dikare çend caran bi yekê re nîkaha dînî bibire?

Bersiv: Li gorî dînê me berdan herî zêde sê caran çêdibe. Heke mêr cara yekem jina xwe berde lê piştî ku ‘iddeyê wê xelas bibe bixwaze ku pê re bizewice bi nîkaheke nû dikare dîsa pê re bizewice. Heman tişt ji bo berdana cara duyem jî derbasdar e. (Heke berî xelasbûna ‘iddeyê pîrekê lê vegere hewceyî bi nîkaheke nû çênabe, lê belê berdan tê jimartin.) Heke mêr cara sêyem jina xwe berde nikare careke din pê re bizewice. Lê di vir de rewşeke awarte heye.  Gava pîrek bi yekî din re bizewice û piştî demekê ew mêr jî dev ji jina xwe berde, bi nîkaheke nû pîrek dîsa dikare bi mêrê xwe yê yekem re bizewice.

Ji bo zanîna ka berdan di kîjan rewşan de pêk tê ji kerema xwe re serî li nav nişana jêr bidin:

www.suleymaniyevakfi.org/kuran-arastirmalari/talak-erkegin-bosama-hakki.html