Fetwayen Kurdi
Ma mêr dikare jina xwe ya mirî bişû?

Ma mêr dikare jina xwe ya mirî bişû?

Pirs: Gelo mêr dikare cenazeyê pîreka xwe ya mirî bişû?

Bersiv: Li gorî Qur’anê dema yek ji hevseran bimire, mêr û jinantî naqede. Lewra pîrek û mêr dibin mîratxwerê hev. Wekî din, em ji ayetên Qur’anê fêr dibin ku dê têkilatiya wan a di bihuştê de jî bidome. Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Dikevin bihiştên ‘Ednê û ji dê û bavên wan, ji jin û kinêsa wan ên qenc jî dikevinê. Ferîşte jî ji her dergehî ve diçin ser wan…

Silav li we be! We bi sebra xwe ev xelat heq kiriye. Vêca çi xweş encam e![1]

Pêxemberê (s.a.w) carekê ji diya me Hezretî Eyşe re (x.j.q) wiha gotiye:

Eger tu beriya min bimirî, ez ê te bişûm û te kefen bikim…”[2]

Wekî din jî hatiye ragihandin ku dema Hezretî Fatîme (x.j.q) wefat dike, mêrê wê Hezretî ‘Elî kurê Ebû Talib, wê dişû û ji sehabeyan tu îtiraz nehatiye kirin.[3]

Di encamê de çawa ku pîrek dikare cenazeyê mêrê xwe bişû, her wiha mêr jî dikare cenazeyê pîreka xwe bişû.

Li gorî Îmam Şafiî, Îmam Malik û Îmam Ehmed kurê Henbel, mêr dikare cenazeyê pîreka xwe bişû.

Li gorî Henefiyan, dema pîrek dimire nîkah ji holê radibe û jin û mirantî diqede. Ji vê bonê mêr nikare cenazeyê pîreka xwe bişû. Lê belê, pîrek ji ber ku di hundirê ‘ideyê mirinê de têkilatiya wê ya jinantiyê hîn bi dawî nebûye, dikare mêrê xwe bişû.

Henefî, ji bûyera ku Hezretî ‘Elî, Hezretî Fatîme şûştiye re dibêjin ku ew rewşeke taybet e ji bo wan û hedîsa Pêxember (s.a.w) ku ji diya me Eyşe re (x.j.q) dibêje ez ê te bişûm jî bi mena ku ez ê bi hin kesên din te bidim şûştin, şîrove kirine.[4]

Hûn dikarin bersiveke me ya din, ji lînka jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bir-erkek-olen-karisinin-yuzune-bakabilir-veya-cenazesini-yikayabilir-mi.html



[1] Re‘d, 13/23-24.

[2] Ehmed kurê Henbel, Musned, 6/228; Îbn Mace, Cenaiz, 9.

[3] Hakim, el-Mustedrek, III, 179, jimara hedîsê: 4769.

[4] Bnh. Seraxsî, el-Mebsût, II, 71 û piştî wî.