Fetwayen Kurdi
Zilam mir. Hevser, du law û keçek li pey xwe hiştin. Mîrat dê çawa bê dabeşkirin?

Zilam mir. Hevser, du law û keçek li pey xwe hiştin. Mîrat dê çawa bê dabeşkirin?

Pirs: Bav dimre, li pey xwe hevser, du kur û keçekê dihêle. Divê mîrata wî çawa bê teqsîmkirin?

Bersiv: Li gorî ayeta 12an ji sûreyê Nîsa hevsera mirî heştyeka mîratê digre:

“… Eger zarokên we nebin çaryeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye ji bo jinên we ye. Vêca eger zarokên we hebin, ji bo wan heştyeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye heye. Ev jî piştî pêkanîna qewîtiya we û piştî dayîna deynê we ye…” (Nîsa, 4/12)

Her wiha li gorî ayeta 11an ji heman sûreyî hûn, nîvê birayê xwe par digrin:

Xwedê, di der barê zarokên we de li we ferman dike ku ji mîratê, ji kuran re bi qasî para du keçan heye… Bav (û dayik)ên we û kurên (zarokên) we, ji aliyê fêdeyê ve hûn nizanin kîjan ji we re  nêztir in.” (Nîsa, 4/11)

Li gorî vê, mîrat dê bi bal 40 paran ve were dabeşkirin. Jina mirî 5 paran, keç 7 paran  û her lawek 14 paran digrin.