Fetwayen Kurdi
Zilam mir. Jin, çar kur û sê keçên wî hene. Mîrata wî dê çawa bê teqsîmkirin?

Zilam mir. Jin, çar kur û sê keçên wî hene. Mîrata wî dê çawa bê teqsîmkirin?

Pirs: Bavê min çû ber rehma Xwedê. Wekî wêrisan dayika min, 4 law û sê keç em man. Dabeşkirina mîratê dê çawa be?

Bersiv: Piştî ku hevsera mirî heştyeka mîratê girt tiştê mayî dê di navbera kur û keçan de -bi awayê ku law bi qasî para du keçan bigre- were teqsîmkirin. Li gorî vê, dê mîrat, 88 par were qebûlkirin. Heştyeka mîratê ango 11 par ji hevsera mirî re dikeve, ji 77 parên mayî ji her lawekî re 14 par, ji her keçekê re 7 par dikeve.  11+14+14+14+14+7+7+7=88