Fetwayen Kurdi
Zilamê ku jina wî bimire, kengî dikare bi yeka din re bizewice?

Zilamê ku jina wî bimire, kengî dikare bi yeka din re bizewice?

Pirs: Diya min 53 salî bû wefat kir, bavê min jî 55 salî ye. Seyda, bi izna Xwedê, bavê min dê bizewice. Di derbarê şert û mercên vê nîkahê de hûn dikarin min agahdar bikin? Ev zewac, divê piştî wefata diya min bi çiqasî be?

Bersiv: Ji bo bavê we -da ku bikaribe bizewice-, ne lazim e tu demeke xuyakirî bisekine. Li aliyê din, ên ku piştî mirina hevserê xwe disekinin jin in, ne mêr in. Jin, piştî ku mêrê wê mir, divê çar meh û deh rojan bisekine ango ‘ideyê xwe bikişîne[1] û dûvre bi şert û mercên ku ji bo zewacê pêwîst in, dikare bizewice.



[1] Beqere, 2/234.