Fetwayen Kurdi
Xwendekareke keç, ma dikare li mala mamosteyekî mêr dersê bigire?

Xwendekareke keç, ma dikare li mala mamosteyekî mêr dersê bigire?

Pirs: Ez jineke bîst û du salî me. Ez diçim mala mamosteyekî bi jin û xwediyê pênc zarokan e û dersê jê digirim. Li malê bi piranî jin û zarokên wî jî li cem me ne. Gelo dersgirtina ji mamosteyekî mêr li cihekî wiha, durist e?

Bersiv: Xwedê Teala di derbarê jinan de wiha ferman dike:

Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin, ji beşa ku xuya dike pê ve -ew ne tê de ye- bila xeml û zîneta xwe dernexin der. Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe. Bila xişrên xwe ji bilî mêrên xwe, bavên xwe, xezûrên xwe, kurên xwe, kurên mêrên xwe, birayên xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe, jinên digel xwe, dîlên ku di bin destên wan de ne, ji mêran jî ew ên ketî ku tu pêdiviya wan bi jinan nemaye yan jî ew zarokên ku hêj negihane ku dilê wan biçe deverên veşartî yên jinan, nîşanî tu kesî din nedin. …[1]

Li gorî vê, pîrek dikare li cem zilamên ku li jor behsa wan hat kirin, rûnê. Ji bilî van, herçiqas merivên wê bin jî biyanî tên qebûlkirin û ji vê bonê li cem wan nikare cihên xwe yên mehrem veke û bi tu awayî nikare bi wan re bi tena serê xwe bimîne. Lê belê li cihên vekirî û ne bi tenê, ne qedexe ye ku bi wan re biaxive û selamê li wan bike. Bi awayekî girtî dikare derkeve pêşberî wan jî.

Hedîseke ku ji Pêxemberê me hatiye ragihandin wiha ye:

Ji niha pê ve, bila tu zilam bi tenê derbasî ba pîrekekê nebe. Eger yek dudu hazir bin dikare.”[2]

Çawa ku divê misilman ji heramiyê birevin, her wiha divê ku xwe ji rêyên meriv dibin heramiyê jî biparêzin. Dema Xwedê Teala bi taybetî jî gunehê mezin qedexe dike ferman dike ku “nêzî wan nebin” û “ji wan dûr bimînin.”

Di derbarê zinayê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Nêzîkî zinayê mebin. Lewra ew, karekî pir kirêt û rêyeke pir pîs e.”[3]

Li gorî vê, di dema dersê de teqez divê ku jin an jî zarokên mamosteyê we hazir bin. Ne caiz e ku hûn û mamoste di odeyekê de bi tenê bimînin û jê dersê bigirin.

Bersiveke me ya bi awayê vîdeoyê di lînka jêr de heye, em tewsiye dikin ku hûn wê temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalaar/bir-kadinin-erkek-hocadan-ozel-ders-almasi-caiz-midir.html



[1] Nûr, 24/31.

[2] Muslim, Selam, 8 (2173).

[3] Îsra, 17/32.