Fetwayen Kurdi
Gelo pîrek dikare li ba bapîrê xwe servekirî bimîne?

Gelo pîrek dikare li ba bapîrê xwe servekirî bimîne?

Pirs: Keçeke hijdeh salî, gelo dikare li cem bapîrê xwe serê xwe veke?

Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin, ji beşa ku xuya dike pê ve -ew ne tê de ye- bila xeml û zîneta xwe dernexin der. Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe. Bila xişrên xwe ji bilî mêrên xwe, bavên xwe, xezûrên xwe, kurên xwe, kurên mêrên xwe, birayên xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe, jinên digel xwe, dîlên ku di bin destên wan de ne, ji mêran jî ew ên ketî ku tu pêdiviya wan bi jinan nemaye yan jî ew zarokên ku hêj negihane ku dilê wan biçe deverên veşartî yên jinan, nîşanî tu kesî din nedin. …[1]

Li gorî vê ayetê, pîrek dikare li cem zilamên ku behsa wan li jor hate kirin, rûnê, serê vebike. Bi sedem ku bapîr, di şûna “bav” de ye, pîrek dikarin li cem bapîrên xwe jî bi awayekî servekirî bimînin.



[1] Nûr, 24/31.