Fetwayen Kurdi
Hûn dikarin hedîsa “Muslumanê herî rind, yê ku bi pîreka xwe re xweş tev digere”, rave bikin?

Hûn dikarin hedîsa “Muslumanê herî rind, yê ku bi pîreka xwe re xweş tev digere”, rave bikin?

Pirs: Di hedîseke ku Sunena Nesaî de dibore, Pêxemberê me wiha kerem kiriye: “Muslumanê herî rind, yê ku bi pîreka xwe re xweş tev digere. Di we de, yê ku bi pîreka xwe re herî rind tev digere, ez im.”  Gelo di vê hedîsê de, Pêxemberê me xwestiye ku bibêje yê bi jina xwe re herî baş muamele dike ez im, an jî xwestiye umûmî behs bike? Ma hûn dikarin vê hedîsê rave bikin?    

Bersiv: Pêxember (s.a.w) di her mijarê de bo me numûne û mînak e. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Sond be, Qasidê Xwedê, ji we re, ji bo kesê ku Xwedê û roja axretê hêvî bike û zikrê Xwedê pir dike, nimûneyeke spehî û kamil e.”[1]

Dema em hedîsa ku we behsa wê kir bi vê ayetê re binirxînin, derdikeve holê ku Pêxemberê me, di tevgera bi jinan re jî mînaka herî baş e, bo me. Pêxemberê me, bi vê hedîsê hemî musluman qesd kirine, lê di heman gavê de herwekî ku gotibe “tevgera rind a bi jinan re ji min hîn bibin.”



[1] Ehzab, 33/21