Fetwayen Kurdi
Berdana jinan çawa pêk tê?

Berdana jinan çawa pêk tê?

Pirs: Gelo berdana jinan çawa pêk tê?  

Bersiv: Xwedê Teala di sûreyê Telaq de berdana jinan ya li gorî esas û usûlan bi me wiha dide zanîn:

Ey Pêxember! Gava hûn bixwazin jinan berdin, wan di dema paqijiya wan de berdin, iddeyê wan bijimêrin (û tomar bikin). Ji Perwerdikarê xwe Xwedê bitirsin. Ji bilî ku ew fehşîtiyeke aşkera bikin, wan ji xaniyên wan dernexin û bila ew bi xwe jî dernekevin. Ev tixûbên Xwedê ne. Kî tixûbên Xwedê derbas bike bi rastî wî li xwe sitemkarî kiriye. Tu nizanî; dibe ku piştî berdana jinan, Xwedê rewşeke din derîne holê.

Dema ew hatin dawiya ‘iddeyê xwe, vêca ya bi me‘rûfê[1] li wan vegerin an jî bi me‘rûfê ji wan cuda bibin (û wan berdin). Ji nav xwe du kesên adil bikin şahid û bila ji bo Xwedê, şahdeyiyê bidin.

Ha ev, ji bo wî kesê ku bi Xwedê û roja axiretê bawerî tîne, şîret e. Kî biryar û hukmên Xwedê biparêze, Xwedê dê riyekê jê re veke.

Bi awayekî ku hizir nedikir dê rizqê wî bidê. Kî xwe bispêre Xwedê vêca Ew besî wî ye. Bêguman Xweda fermana xwe bi cih tîne, Xwedê ji bo her tiştî miqdar (û endazek) daniye.” (Telaq, 65/1-3)

Eger berdan li gorî vê rê û rêbazê were cih, nîkah dikeve ango berdan hasil dibe.

Di heqê vê mijarê de hûn dikarin di malpera me  www.suleymaniyevakfi.org  ji nivîsên me yên bi sernavê “Talak (Erkeğin Boşama Hakkı)” û “Kadının Evliliğe Son Verme Yetkisi (İftidâ)” agahiyên berfirehtir bi dest bixin. Nivîs di lînkên jêr de ne:

http://www.suleymaniyevakfi.org/kuran-arastirmalari/talak-erkegin-bosama-hakki.html

http://www.suleymaniyevakfi.org/kuran-arastirmalari/kadinin-bosanmasi-iftid.html



[1] Me‘na me‘rûfê; tiştê me‘lûm û tê zanîn e. Ev zanebûn ya ji ‘urf û adetan an jî ji Qur’an û Sunnete Pêxember (s.a.v) tê bidestxistin. Eger ji ‘urf û adetan hatibe bidestxistin divê ne li dijî Qur’an û Sunnetê be. Zanebûnek wiha dîn û ‘eql, wê baş û rast didêrin.