Fetwayen Kurdi
Gelo şertên pêwîst bo nîkaha dînî, çi ne?

Gelo şertên pêwîst bo nîkaha dînî, çi ne?

Pirs: Gelo şertên pêwîst bo nîkaha dînî, çi ne?

Bersiv: Hatiye ragihandin ku Pêxember (s.a.w) wiha ferman kiriye:

Bê hebûna welî û du şahidên pêbawer nîkah pêk nayê. Nîkaha ku wiha neyê birîn, batil e. Eger li hev nekin, sultan, weliyê ya ku weliyê wê tune ye.”  (Ebu Dawûd, Nîkah, 20; Tirmizî, Nîkah, 14; Îbn Mace, Nîkah, 15; Ehmed b. Henbel, Musned, 6/66.)

Sultan, bi wateya kesê rayedar e.

Welî; bav, bapîr, zarokên kurîn, bira, ap û hwd. ne. Eger ev tune bin, an jî hebin lê peywira neyinin cih, ev peywir, dikeve destê kesê rayedar.

Îro li tu dera dunyayê, bê welî nîkah nayê birîn. Desthilatdariya pejirandin an jî redkirina nîkahê ji aliyê serokê şaredariyê, dêr, kenişte an jî hin meqamên din ve, bi wateya ku ew, vê welîtiyê bi kar tînin.

Pêxemberê me (s.a.w) bo zewaca zilaman destûra welî şert nedêra ye, lê bo nîkaha jinan inza wan lazim gerandiye, da ku di zewacê de asanî pêk were û bibe sedemê ku mal û malbateke serast û dilşa were avakirin.

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/velisiz-nikah.html