Fetwayen Kurdi
Hukmê nîkaha dînî çi ye?

Hukmê nîkaha dînî çi ye?

Pirs: Gelo hukmê nîkaha ku li cem seydayan tê birîn, çi ye?

Bersiv: Nîkah, ji biryara mêr û jina ku di navbera wan de qedexeya zewacê tune be ku di huzûra şahidan de diyar dikin, pêk tê. Zewaca dînî, nîkaha ku li gorî şert û mercên ku dînê me diyar kirine, tê birîn. Di vê nîkahê de hin tiştên ku di Qanûna Medenî de tune ne, hene. Mîna hebûna şahidan û rewşa endamên zewacê ji mêr û jinê, berpirsyariya dayina mehrê bo jinê û destûra weliyê keçikê.

Herwiha di Qanûna Medenî de, xwişk û biratiya şîr û cûdahitiya dîn jî nabe asteng bo zewacê.

Evanan hem ji aliyê heq û berpirsyariya ku dînê lê bar kiriye hem jî ji aliyê derûnî ve, dibe sedemê ku nîkaha fermî kafî neyê dîtin.