Fetwayen Kurdi
Kitêba ‘Eclûnî ya bi navê Keşfu’l-Xefa, ma çavkaniyeke ewle ye?

Kitêba ‘Eclûnî ya bi navê Keşfu’l-Xefa, ma çavkaniyeke ewle ye?

Pirs: Ma berhema ‘Eclûnî ya bi navê Keşfu’l-Xefa, çavkaniyeke pêbawer e?

Bersiv: Berhema Îsmaîl kurê Muhemmed el-‘Eclûnî (w. 1167/1749) ya bi navê Keşfu’l-Xefa, di derbarê riwayetên ku di nava gel de bi awayê hedîsê belavbûne de ye. Ev berhem, bi mebesta diyarkirina riwayetên di nav gel de meşhûr in ka kîjan ji wan hedîsên sehîh in, kîjan riwayetên derewîn in, kîjan wecîze ne, kîjan gotinên pêşiyan e û kîjan gotinên bi hikmet in, hatiye nivîsandin. Ev berhem bi giranî, xwe dispêre kitêba Şemseddîn es-Sexewî ya bi navê el-Meqasidu’l-Hesene.

Tê dîtin ku ‘Eclûnî, riwayetên ku ji aliyê hin aliman ve mewzû (derewîn) hatine qebûlkirin parastiye, angaşt kiriye ku ev zeîf an jî hesen lixeyrihi ne, hin caran jî bi çavkaniyeke ku riwayet tê de dibore bi tenê îktifa kiriye û carinan jî digel ku nerînên aliman ên di derbarê riwayetê de parve kiriye lê biryareke teqez diyar nekiriye. Çawa ku di hin gotinan de diyar kiriye ku ne hedîs in an jî dudiliya xwe nîşan daye gotiye ku mena wan rast in, her wiha batiliya naveroka hin riwayetan jî vegotiye. Digel van hemûyan jî di berhemê de dubareyên bêhemdî, riwayetên ku nehatine nirxandin û gotinên ku di heqê wan de hedîs in-ne hedîs in biryar nehatiye dayin û xwestiye ku werin lêkolînkirin jî hene.[1]

Di encamê de ji bo hedîsan, berhema Keşfu’l-Xefa ne çavkaniyeke sereke ye. Heta ku riwayetek di çavkaniyên sereke yên hedîsê de neyê teyidkirin, nabe ku bê gotin “Ev, di Keşfu’l-Xefa”yê dibore û wê bi tenê çavkanî nîşan bide.



[1] Çavkanî: Bünyamin Erul, “Keşfü’l-Hafa”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA),XXV, 320-321.