Ma şeytan bêaqil e ku li ber Xwedê rabû?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Îman Tarih: 19 Temmuz 2016

Pirs: Ma şeytan mexlûqekî bê aqil bû ku li ber Xwedê Teala rabû? Ji vî aliyî ve divê em qiseya Adem û Îblis çawa fêhm bikin?

Bersiv: Şeytan, ne mexlûqekî bêaqil e. Ji ber ku şîn û qudreta Xwedê Teala dizanî, gava ku hate qewitandin jî jê destûr xwestiye. Di hin ayetan de tê îfadekirin ku şeytan, ji Xwedê Teala ditirse jî.

Lê belê divê meriv bala xwe bide vê yekê: Biaqilî û ku meriv aqilê xwe bikar neyine ne heman tişt in. Şeytan bi sedem ku aqlê xwe bikar neanî û piştre jî tobe nekir û bexşandina xwe nexwest, kete vê rewşê. Eger ji dêla his û hisiyatan aqlê xwe bikar bianiya û piştî şaşiya xwe tobe bikira û bexşandina xwe bixwesta îro dê ne di vî halî de ba. Haşa haşa, Xwedê Teala ne stemkar e ku wî ji rê derxe û paşê wî bide sezakirin.

Hezretî Adem jî Xwedê Teala baş nas dikir. Heta temamê tiştan Xwedê fêrî wî kiribû. Ji vî aliyî ve Xwedê, mamostetiya wî kiribû. Xwedê, tiştek bi tenê li Adem qedexe kiribû. Lê belê rabû wê qedexeya Xwedê, binpê kir. Heta vir di navbera kirina wî û ya şeytên de tu cudahitî tune ye. Yekî fermana Xwedê pêk neanî, yê din jî qedexeya Xwedê binpê kir. Ferqa di navbera wan de paşê derket holê. Şeytan, di mijara ku helwesta wî rast e înad kir, xwe mezin dêra û ji hizûra Xwedê hat qewitandin. Lê Adem, fêhm kir ku kirina wî şaş bû û pêre tobe kir û bexşandina xwe xwest; hate bexşandin jî. Ango herduyan jî çi kiribin, bi xwe kirine. Xwedê Teala di kirina vî karî de tu zordarî li wan nekiriye. Jixwe ferqa di navbera ku meriv biaqil be û aqlê xwe bikar bîne di vir de derdikeve holê.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma şeytan bêaqil e ku li ber Xwedê rabû? 19.07.16 1.119
2 Şeytan çima bû kafir? 20.07.16 1.072
3 Tirsa şeytên ya ji Xwedê Teala, tê çi wateyê? 21.07.16 1.047
4 Ma Xwedê Teala li ku ye? 02.05.16 1.130
5 Gelo firqeya naciye/xelasbûyî kîjan e? 22.07.16 993
6 Ma têgihiştina Xwedê bi awayekî tam, guncav e? 05.05.16 1.086
7 Gunehên mezin kîjan in? 25.07.16 1.216
8 Ma “Rebb/Perwerdigar”, di nav Esmayê Husna de cih nagire? 16.05.16 1.161
9 Digel em Misliman in, çima hîn jî em ji Xwedê hidayetê dixwazin? 26.07.16 1.035
10 Xeyb çi ye? Baweriya bi xeybê çawa pêk tê? 17.05.16 1.050
11 Ma pirsyarî û lêpirsînên di heqê Xwedê yan jî afirandinê de, meriv dike kafir? 27.07.16 1.092
12 Ma baweriya me, divê ku bi rêya aqil be? 18.05.16 1.071
13 Ma Xwedê Teala jirêderketina însanan dixwaze? 28.07.16 1.070
14 Di axirzeman de ma divê îmana meriv mîna ya pîrejinan be? 23.05.16 1.101
15 Ma Xwedê dixwaze hin kes, li ser kufrê bimirin? 29.07.16 1.071
16 Kesê jiyana xwe di rêya Xwedê de borandibe, ma di sekratê de bê îman diçe? 25.05.16 1.142
17 Ji alimên berê, gelo yekî ku ayeta 4’an ji sûreyê Îbrahîm mîna we fêhm kiribe heye? 01.08.16 1.078
18 Ma di sekratê de pelîd tê ku îmana meriv bistîne? 30.05.16 976
19 Tekfîra ehlê qibleyê tê çi wateyê? 02.08.16 1.068
20 Gelo raserbûna Xwedê ya li ser ‘erş, tê çi wateyê? 31.05.16 1.054
21 Hûn dikarin di mijara ku xêr û şer ji Xwedê ye, me agahdar bikin? 03.08.16 1.082
22 Haşa, ma qudreta Xwedê ya afirandina kevirekî ku nikaribe hilgire heye? 01.06.16 1.051
23 Ma bikaranîna bêjeya “reb”, “seyyid” û “mewlana” ji bo însanan durist e? 04.08.16 1.058
24 Ma gunehê şirkê bi tu awayî nayê bexşandn? 02.06.16 1.216
25 Ma hûn têgeha şirkê çawa rave dikin? 03.06.16 1.127
26 Ma li gorî Qur’anê, kesên ku bi hebûna Xwedê bawer nakin, kafir in? 18.07.16 1.076