Fetwayen Kurdi
Ma li gorî Qur’anê, kesên ku bi hebûna Xwedê bawer nakin, kafir in?

Ma li gorî Qur’anê, kesên ku bi hebûna Xwedê bawer nakin, kafir in?

Pirs: Xwedê Teala di ayeta 28’an ji sûreyê Beqere wiha ferman dike: “Hûn çawa Xwedê înkar dikin?! Hal ev e ku hûn berê mirî bûn. Wî hûn sax kirin, paşê dê we bimirîne, paşê dîsa dê we sax bike, piştî vê hûn ê bi balê ve bên vegerandin.” Lê hûn car caran di sohbetên xwe de dibêjin ku li ser rûyê erdê tu kes, hebûna Xwedê Teala mandel nake. Wê gavê, înkara ku di vê ayetê de dibore ma ji bo hebûna Xwedê yan jî înkara afirendiyên Wî ye?

Bersiv: Em ayeta navborî wiha werdigerînin:

Hûn çawa dikarin li hember Xwedê korî bin?! Hal ev e ku hûn berê bê can bûn, vêca Wî hûn sax kirin. Paşê dê we bêcan bike, paşê dîsa dê we bi can bike, piştî vê hûn ê derkevin hizûra Wî.”

Di wergerên Qur’ana Pîroz de bêjeya “kufrê” bi gelemperî bi awayê “înkarkirin”ê tê wergerandin. “Kufur” di zimanê Erebî de bi wateya “nixumandin”ê ye. Di Kurdî de em dikarin vê bêjeyê bi gotina “nankoriyê” wergerînin.

Nixumandin, da ku meriv tiştekî nîşan nede. Nixumandina tiştê tune jî ne pêkan e. Kafir jî kesê îman û baweriya ku pê re ye vedişêre û dinixumîne.

Ji lewre, bo kafirbûna yekî nepejirandina fermanek an jî çend fermanên Xwedê, nepesendkirina wan an jî wan di cî de nebîne, têr dike. Kafirî, ev e.